Antolojiya Dengbejan 3 - Ömer Güneş - Nubihar Yayınları
Ürün Açıklaması
Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam/muzîk bin lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin berhevkirin û jihevveçirandina hikayet metafor peyv û deqên di edebiyata devkî de ne.
Dengbêj Huseyno dibêje:
Terz û meqama Reso lihevanîna Şakiro û dengê min!
Wek ku gorbihuşt jî gotiye bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye.
- Marka
- Nubihar Yayınları
- Yazar
- Ömer Güneş
- Sayfa
- 392 Sayfa
- Kağıt
- 2. Hamur Kağıt
- Boyut
- 13.50x19.50 cm
- Basım Yılı
- 2021
- Barkod
- 9786059413978