Destpeka Edebiyata Kurdi - Mehmed Uzun - Sel Yayıncılık

140.00TL
93.80 TL
Kazancınız: 46.20TL (33%)
Durum: Stokta



Ürün Açıklaması

Welê dixuye û tê zanîn ku xebat û tevgerên edebî yên Mehmed Uzun, bi qasî romannivîseriyê di warê lêgerîn û lêkolînên edebiyat û çanda kurdî de jî berbiçav in. Destpêka Edebiyata Kurdî, di warê lêkolînên edebiyata kurdî de gaveke hûr û kûr û nûjen e.

Mehmed Uzun di vê kurtelêgerê de, li ser edebiyat, nivîskar û şahîrên herçar parçeyên kurdistanê yên xuyayî û nexuyayî ne radiweste û bi zimanekî sade û herikbar yê edebî qala wan, xebatên wan û berhemên wan dike. Edebiyata Kurdî mixabin ku gelekî wext her êş û azar kişandiye û bêgav maye, lê belê tevî vê yekê hemû kesp û kosp, keft û leftên hewçend dijwar dane pey xwe û heya roja me hatiye û hêviyeke xurt bi xwe re aniye.

Destpêka Edebiyata Kurdî, heye ku mîna berhemeke kin û kurt bixuye; lê belê ew bi naverok û agahiyên ku di nava xwe de hewandiye, hêja û balkêş û dagirtiye. Ew dê bi van taybetmendiyên xwe her tim rewacdar be û herweha ew dê rê li ber nivîsar û xebatên akademîk yên edebiyata kurdî veke.


Marka
Sel Yayıncılık
Yazar
Mehmed Uzun
Sayfa
92 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
13.50x21.00 cm
Basım Yılı
Kasım 2021
Barkod
9786257370493