Esargeya Şemuge - M. Çiya Mazi - Aryen Yayınları
Ürün Açıklaması
bêtikan reng û sewta mirina wan belav kirin
zarokan guhê dîwarên kolanan bi tilîkên xwe qul kirin
ji ber hêrsa dayikên wan
tax û semtan yek bi yek bi hev re civan kirin
bajaran dîlanên mezin ava kirin
keç û xortan qelaqûçik hine kirin
xwe bi tolê bi nav kirin
stran û destmal li ba kirin
def bi gopalan gindir kirin
hespên rewan ingir kirin
di biharan de
karwanên revo ji bo şopê bi rê kirin…
“(Helbestkar û Çîroknûs) M. Çiya Mazî kirasê vebijêriyê li xwe kiriye û li ser Şêmûga Esargeyê rûniştiye tevî zarok û ciwanên li dorê civiyayî; ji zemanekî em pê dizanin-nizanin, ji erdnîgariyeke em pê dizanin-nizanin, bi zimanekî em pê dizanin-nizanin di nav serboriya temenekî de behsa destanên qewmekî em pê dizanin-nizanin dike; bi sewteke nerm û hanûn helbestê dike çîrok, çîrokê dike helbest û wek bêje temiya min li we; her yekê dixe nav destê zarok û ciwanên li dora şêmûgê rûniştî.”
Welat Dilken
- Marka
- Aryen Yayınları
- Yazar
- M. Çiya Mazi
- Sayfa
- 88 Sayfa
- Kağıt
- 2. Hamur Kağıt
- Boyut
- 13.50x19.50 cm
- Basım Yılı
- Temmuz 2022
- Barkod
- 9786057393975