Ew Jin ü Mere Bi Maske - Suzan Samancı - Avesta Yayınları

150.00TL
112.50 TL
Kazancınız: 37.50TL (25%)
Durum: Stokta



Ürün Açıklaması

Suzan Samanci êdî bi kurdî dinivîse

Yekem berhema çîrokan a Suzan Samanci ku bi zimanê kurdî nivîsandiye bi navê “Ew jin û mêrê bi maske“ di nav weşanên Avesta de derket.

Suzan Samanci di destpêka salên 90î de dest bi nivîsandina çîrokan kir. Çîrokên zimanê wan tirkî lê bi naveroka xwe kurd û kurdistanî…

Di yekem kitêba xwe ya ku deng dabû “Reçine Kokuyordu Hêlin” de atmosfera salên 90î pir xweş nîşan dida û şahidiyeke baş li dema xwe dikir. Di salên destpêkê yên Avesta de wergera kurdî ya eynî kitêbê bi navê “Bajarê Mirinê” çap bû.

Sal di ser re derbas bûn, berhemên Samanci zêde bûn, bi zimanê tirkî xwendevanekî wê çêbû lê dil û çavê wê li ser kurdî bû. Dema ku wergera kurdî ya çîrokên wê derket, me qerar dabû ku ev a yekem û dawî be, wê jî soz dabû ku ewê rojekê bi kurdî binivîse. Û va ye ew roj hat.

Em pir kêfxweş in ku berhema nivîskareke kurd ku ziman û kultureke din ji xwe re kiribû wargeh, bi zimanê wê yî malê çap dikin.


Marka
Avesta Yayınları
Yazar
Suzan Samancı
Sayfa
112 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
13.00x19.50 cm
Basım Yılı
Ocak 2015
Barkod
9786059082105