Gotinen Gunehkar - Hesene Mete - Avesta Yayınları

180.00TL
135.00 TL
Kazancınız: 45.00TL (25%)
Durum: Stokta yok



Ürün Açıklaması

Kitêba Hesenê Metê Gotinên Gunehkar di nav weşanên Avesta de derket. Metê novela xwe ya dawî Tofan di sala 2000î de cap kiribû.

Ji kitêbê

Çîroka qedîm... çîroka ku herkes ji bona wê dijî û ji ber wê dimire, çîroka we, çîroka çêbûn û hebûna we keç û lawên ademî. Ev çîrok dibe ku ji bona te, ji bona we keç û lawên ademî nû be, lê ji bo min gelekî kevin e. Bi qasî min û Xwedê kevin û bi qasî min û Xwedê pîr e. Ji bo ku ji mistek ax ademiyan çêneke min gelekî xwe havêt bextê Wî, min çi negotê ku... lê nebû, di dawiya dawîn de dîsa bi a xwe kir. Xwedê bi a xwe kir.

Ev rengdêra gunehkarê mezin jî, Xwedê bi min ve zeliqand. Lê ku tu ji min bipirsî, Ew ji min jî mezintir e. Cenabê Xwedê gunehkarekî ji min jî mezintir e. Ne nuha, hîn di dema pêşîn de jî min ev yeka jî jê re got, min meziniya gunehkariya Wî jê re vegot. Lê Wî li xwe dananî. Weke xwe kir. Xwedê bi a xwe kir û ez kirim sedema vê gunehkariya xwe.

…pêxemberekî bêyî ol, bêyî Xwedê. Ji ber ku anuha bi qasî ku ji şeytên nefret dikim ez ji Xwedê jî nefret dikim, bi qasî ku ji Xwedê hez dikim ez ji şeytên jî hez dikim.


Marka
Avesta Yayınları
Yazar
Hesene Mete
Sayfa
152 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
14.00x20.00 cm
Basım Yılı
Ocak 2025
Barkod
9789944382335