Hikümeta Kurdistane - Newşirwan Mistefa Emin - Nubihar Yayınları
Ürün Açıklaması
Ji bo amadekirina vê behsê min hewla du tiştan daye: Yek jê ez gelek li wan babet û lêkolînên ku bi zimanên cihê û di demên cihê de li ser Hikûmeta Kurdistanê hatine nivîsandin geriyam. Ya duduyan jî, min di vê behsê de pişta xwe gelek bi belgeyên Hikûmeta Kurdistanê û di dereceya yekê de bi rojname û weşanên wî wextî girêdaye. Min hewil daye ez xwendevanan bibim nav bûyerên wî wextî ku bi xwe bijîn.
Ji ber vê gelek car min hinek nutqên Pêşewa û berpirsên din ên Hikûmeta Kurdistanê, gotar û şiroveyên rojnameya Kurdistanê bê destlêdan wekî xwe neqil kirine.
Yan jî bûyeran bi dirêjî, wekî qewimîne min neqil kirine. Mimkun e ev ji hinek kesan re zêde bê xuyakirin, ji bo min jî her çend zehmetiyeke gelek zêde bû, lê min bi vî awayî pêwist û baş dît. Ev tecrubeya hikûmraniya Kurdan, bêguman mirov dikin nav hûrgiliya behs, babet û bûyeran.
Newşîrwan Mistefa Emîn
- Marka
- Nubihar Yayınları
- Yazar
- Newşirwan Mistefa Emin
- Sayfa
- 288 Sayfa
- Kağıt
- 2. Hamur Kağıt
- Boyut
- 13.50x21.00 cm
- Basım Yılı
- Kasım 2024
- Barkod
- 9786257383011