Kassandra - Sileman Demir - Avesta Yayınları

200.00TL
150.00 TL
Kazancınız: 50.00TL (25%)
Durum: Stokta yok



Ürün Açıklaması

Mîtolojiya yûnanî bi kurdî bû romanBibêje xwedayê, bibêje, ka hinekî li ser Kassandra jî bibêje.Ka bibêje xwedayê, bibêje, xişma Akhîlleusê Peleus bibêjegera qederê, fitla felekê û çîroka têkçûna evîna Kassandra jî bibêje....Çûn, lê çîroka wan, a şerê li ser Helena Spehî li binya dîwarê bajarê Troya, a egîdiya Akhîlleus, Hektor, Aeneas û hemû egîdên din, a hişmendiya Odysseus ket ser zimanan. Her yekî çû çîrok û serpêhatiya xwe, a şerê ku deh salan li ber deriyê bajarê navdar kiribû, a rêwîtiya xwe û xezeba xwedan ji xelkê xwe re got. Bi baldarî û meraq li wan hat guhdarkirin. Çîrokbêjan, çîrokên wan kirin çîrok û gotin, helbestvanan kirin helbest û xwendin û klambêjan jî kirin klam û gotin. Li hemû deran gotin û li hev gerandin. Bi sedsalan gotin û ji wan têr nebûn. Her ku çû ew çîrok û ew klam xweştir û dirêjtir kirin û hevdu fêrî gotina wan kirin. Heta ku rojekê yekî bi navê Homeros klamên tevan bi ser hev vekirin û kir klamek. Wî, klama şerê deh salan bi tevayî got û li dinyayê belav kir. Navê klamê kir Ilyada. Ên ku lê guhdar kirin, gotin ku wê mirov tu caran ji guhdarkirina wê têr nebin; bi hezaran sal derbas bibin, ew ê hîna jî bi kêfxweşî lê guhdar bikin. Bawerî ew bû ku wê tu caran jê têr nebûna...Vê kitêbê mijara xwe ji Ilyada wergirtiye. Nav, cî û bûyerên di kitêbê de hatine nivîsandin û bikaranîn hemû, li gora mîtolojiya yûnanî ne. Silêman Demir, çîroka xwedayên yûnanî bi kurdî ji nû ve vedibêje.

Marka
Avesta Yayınları
Yazar
Sileman Demir
Sayfa
184 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
13.00x19.50 cm
Basım Yılı
2010
Barkod
9786055585082