Kevneşopa Ezdıyatıye Ya Tekstuel A Dini: Jı Ya Devki Bo Ya Nıviski

600.00TL
450.00 TL
Kazancınız: 150.00TL (25%)
Durum: Stokta yok



Ürün Açıklaması

Ev kitêb xebateke berfireh e derbarê kevneşopa êzdiyan a dînî ya tekstuel de ku teswîrên gelek aliyên veguhaztina devkî ya zanîna êzdiyatiyê ya dînî ku heta niha nedihatin zanîn dihewîne. Îzaheteke bi hûrgilî ya ‘mekanîzmayan’ pêşkêş dike û gelek aliyên kevneşopê binxêz dike. Raber dike ka kevneşopa dînî ya tekstuel çawa kar kiriye -û heta radeyekê hê jî dike- bi awayê xwe yî pêş-modern, û veguherînên niha tê re derbas dibe jî teswîr dike ligel kêşe û pêvajoyên di warê meyla zêdebar de ku zanîna dînî derbasî nivîsê bibe û bi rastî jî kanoneke nivîskî bê afirandin.

Kitêb çendîn deqên heta niha nehatine weşandin û berfirehtirîn lêkolîna daneyên deqên êzdiyatiyê yên pîroz ên mewcûd dihewîne. Tê de çar nexşe, ferhengçeyeke navlêkan û lîsteyeke ocaxên êzdiyan heye, û koleksiyoneke berfireh a tomarên deqan (208 deqe).


Marka
Avesta Yayınları
Yazar
Xanna Omerxali
Sayfa
600 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
15.00x24.00 cm
Basım Yılı
Aralık 2021
Barkod
9786257253819