Kurdistan (1919-1920) - Seid Veroj - Dara Yayınları

640.00TL
448.00 TL
Kazancınız: 192.00TL (30%)
Durum: Stokta



Ürün Açıklaması

Kurdistan, di navbera salên 1919-1920an de hatîye weşandin, kovareke fikrî ya sîyasî, komelî, edebî û îlmî ye. Jimara wê ya yekemîn di 30ê Kanuna Sanî ya 1335 (30ê Kanûna Paşî ya 1919)an de hatîye belavkirin û li ser hev 19 jimar hatine çapkirin. Li ser çapkirina jimara yekemîn vir ve nêzîkê 105 sal derbas bûne û cara pêşî ye ku hemî jimar li ser hev û bi tevî werger, transkrîb û orjînalê xwe ve di nav rûpelên vê kitêba ber destê we de têne weşandin. Dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du alîyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: A yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, edebîyat, dîrok, çand û rewşa civakî û sîyasî ya milletê kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûre bi cûre, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya Kurdistanê ye.


Marka
Dara Yayınları
Yazar
Seid Veroj
Sayfa
731 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
16.00x27.00 cm
Basım Yılı
2023
Barkod
9786257304849