Mome - İhsan Colemergi - Lis Basın Yayın
Ürün Açıklaması
Îhsan Colemêrgî, vê carê berê me dide deşta Geverê û ji wê derê jî li zomê û zozana Meydanbelekê me dike mêvanê Momê û Keleşê şivan. Çîrok xwe dispêre stranekê û stran bêbextî û buxtanekê ji me re eşkere dike.
Em karin bibêjin, Mamê Îhsan, ketiye dû stranekê, na na çêtir e meriv bibêje daye dû zêmarekê û berê me daye milên dol û berdolên Cêloyê serî di ser ewran re; em, di ser kevîyên berfê re borandine, li şûnpêyên pezkovîyan di hisar û revzên zinar û zaxan re derbas kirine, di derî û gelîyan re em gihandine ser terazinên mêrg û kanîyên tezî, em kirine mêvanê dilê bêrîvaneke welê ku keçeke li mala bavê xwe, mîna ezîzeyekê bi qudreta Xweda bi pistanên xwe berxekî sava ê li maka xwe neban, şîrmij dike, bi delalî û spehîtîya xwe keran bi guh, koran bi çav û lalan bi zar dike.
Ev şengebêrîvan bê guman Momê ye. Îhsan Colemêrgî jî me dide pê çîroka Momê û bê guman di pişt perdeya wê serpêhatîyê de, hoz û eşîrên herêmê, jîyana êl û eşîrîyê û hevrikî û rakêşanên wê jî bi hostayîya xwe a dîrokzanekî şareza raberî me dike.
- Marka
- Lis Basın Yayın
- Yazar
- İhsan Colemergi
- Sayfa
- 136 Sayfa
- Kağıt
- 2. Hamur Kağıt
- Boyut
- 13.50x19.50 cm
- Basım Yılı
- Aralık 2020
- Barkod
- 9786057535979