Rezimani Kurdi - Neriman Ebdulla Xoşnaw - Dara Yayınları
Ürün Açıklaması
Kurdîaxêv bi alfabeya kurdî-latînî dizanin bixwînin û binivîsin; Lê bes bi alfabeya kurdî-erebî nizanin. Ji bo ku kurdîaxiv hînî alfebeya erebî bibin û Soranî fêrbibin ev pirtûk hatîye amadekirin. Kurd ku bala wan li ser kurdîya soranî ye jî dikarin ji vê pirtûkê mifa wergirin. Çawa ku ev pirtûk bi kêrî kurmancan û kirmancan dihê, helbet ji bo soranîaxivan jî derfeteke baş e ku pê hînî alfabeya kurdî-latînî bibin. Ji ber ku rûpelek bi alfabeya kurdî-erebî û rûpelek bi alfabeya kurdî-latînî li hember hev hatine danan, xwîner dê bikaribe jê mifa wergire û bi hêsanî hînî van alfabeyan bibe. Di dawîya pirtûkê de ferhengoka biçûk a soranî-kurmancî-tirkî jî heye. Çawa ku ji bo hînbûna kurdîya soranî bi kêr dihê, ji bo naskirina rêzimana wê jî gelek baş e. Nerîman Ebdullah Xoşnaw, herçiqas di rêziman û zimannasîya soranî de navdar û şareza ye û xebatên wî ji Başûr digihîjin heta Bakûr jî, ji ber pirsgirêka alfabeyê, bakûrîyan nedikarî jê mifa wergirin. Bi vê xebatê ev derî li ber wan vebûye.
- Marka
- Dara Yayınları
- Yazar
- Neriman Ebdulla Xoşnaw
- Sayfa
- 256 Sayfa
- Kağıt
- 2. Hamur Kağıt
- Boyut
- 16.00x24.00 cm
- Basım Yılı
- Mart 2021
- Barkod
- 9786050661279