Zimanê Me - Asta Destpêkê - Sabiha Diljen - Aryen Yayınları

400.00TL
280.00 TL
Kazancınız: 120.00TL (30%)
Durum: Stokta yok



Ürün Açıklaması

Em hêvîdar in ev pirtûk kurdîyê bi zarokan şîrîntir bike.
Ev pirtûk ji bo zarokên 5-8 salî ye û li ser metoda deng hatiye avakirin; loma bi alfabeyê dest pê dike. Ji ber ku alfabeya kurdî fonetîk e, ango her herfek teqabilî dengekî dike, ev metod pirtir li hînkirina kurdî ya destpêkê tê.
Zarok dê bi vê pirtûkê hînî dengên kurdî bibin û ji bo bilêvkirin û axaftineka bedew û rastnivîsîneka dirust bingeheka kurdîyê ya têkûz ava bikin. Bo nimûne; zarok dê ferqa “e” û “ê”, “v” û “w”, “k” û “q”yê û hwd. hîn bibin. Her weha zarok dê bi awayekî xwezayî hînî ferqa “hevala min”, “hevalê min“ û “hevalên min” bibin.
Nivîsarên vê pirtûkê li gor hin temayan hatine amadekirin; wek roj, demsal, sersal, Newroz, xweza, ajel, stran, hevaltî, malbat, dibistan, çîrok, xwarin, trafîk û hwd.
Naveroka vê pirtûkê neynika jîyaneka demokratîk e. Di vê pirtûkê de zarok gelek azad in. Ew dipirsin, diaxifin û tiştan dikin. Nivîsarên vê pirtûkê, bi fikra yeksanîya jin û mêran hatine hûnandin.
Ji bo ku hewesa xwendina kurdî li ba zarokan bilind bibe, me cih da çend zûgotinok, stran û helbestên kurdî jî. Nimûneyên çanda kurdî yên wek tiştanok, gotinên pêşîyan û çîrok jî vê pirtûkê rengîntir dikin.

 


Marka
Aryen Yayınları
Yazar
Sabiha Diljen
Sayfa
112 Sayfa
Kağıt
2. Hamur Kağıt
Boyut
19.00x24.00 cm
Basım Yılı
Aralık 2024
Barkod
9786256274105