Hespen Heviye - Mülkiye Doğan - Aram Yayınları

%
25
İNDİRİM
9789758242856
%
25
İndirim
100.00 TL
75.00 TL
Temin süresi 2-4 iş günüdür.
Kargo Bilgisi

500TL ve üzeri Kargo Ücretsiz.

Ödeme Bilgisi

Hespen Heviye - Mülkiye Doğan - Aram Yayınları

Gewrê jî ji ber pacê rabûbû û dabû pey hespan. Hesp hatin ber deriyekî vekirî, ber paceyek vekirî, ber bêsebrî û birînek vekirî û sekinîn. Hemû hesp bi hevre lingên xwe li erdê xistin, poperiştên xwe hejandin û serê xwe bera ber xwe dan. Weke ku ayînek berî zemanan pêk bînin, hemûyan di eynî rîtmê de dihejandin serê xwe. Bi ayîna wan sekinî sewta zarokan, piste pista zilaman, lorînên dayikan û dilê jinan. Sekinî bajêr, sekinîn pînpinîk û weza bayê. Tenê qêrîna jinek delodinî belav dibû. Hewarên wê li guhên kê, li dilê kê biketa deng vedida wek dengê li binê bîrê bikeve û li xwediyê xwe vegere. Ji paceya vekirî ditîbû hesp û qiyametê bi xwe re dianîn. Baz dabû deriyê vekirî. Niha li ber hespê ku barek li piştê bû sekinî bû. Li melûlî û xemla hespê delal dinêrî. Ew xweşikbûn û ew melûlbûn li hevdû nedihatin. Hespê li deriyê vekirî, jinê jî li çavên hespê dinêrî. Suretê xwe, birîna xwe ya vekirî, pace û deriyê vekirî û xaniyê vala di çavên hespê de temaşe dikir. Stêrk, bi qiraxa çavan ketibû, jinê berî hespê herikand stêrkên xwe û berê xwe da barê ser pişta hespê. Dizanibû ew çi bar e. Ew ê ku bi mehan li bendê bû. Ew ê wek çivîkekî koçber dijiya. Wek ku li çolistanan qelibîbe, tî mabe, tim û tim li avê geriya be. Ew ê ku bi hêviya behrek şîn bibîne ango xwe bike deryayek şîn xwe li çolan xistibû û li wir winda bûbû. Ew ê xwe kiribû agir û wek mumekê ew li ber paca helandibû. Ew ê ku emrê wê û hebûna wê li bendamayînê tijî kiribû. Ew bû yê li ser pişta hespê. Dilê wê evîna zarokatiya wê çivîkê gerok bû.

Sayfa:
112 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.50x21.00 cm
Basım Yılı:
Ocak 2023
Barkod:
9789758242856