Qulingen Rewane - Polat Can - Sitav Yayınevi

%
25
İNDİRİM
9786257734202
%
25
İndirim
75.00 TL
56.25 TL
Stokta yok
Favori Listesine Ekle
Kargo Bilgisi

500TL ve üzeri Kargo Ücretsiz.

Ödeme Bilgisi

Qulingen Rewane - Polat Can - Sitav Yayınevi

Kilam û stranên kurdî, nirxên me yên herî buha û pîroz in. Kilamên kurdî xeml û rewşa civaka me ne, cihê kubarî û serbilindiya me ne û temînata parastina çand û zimanê me ne. Kilamên me, eynika civak û gelê me ne. Dengbêjiya kurdî çand, huner, dîrok û rastiya me ya civakî parast, xwedî kir û heta roja îro anî. Di demên herî zor û zehmet de, di tarîstan û bêbextiya dîrokê de, li hemberî neyar, dagirker û xiyanetê, kilam û stranên me weke kelehan li ber xwe dane û hebûna me parastine. Muzîk, kilam, sazbendî, meqam, dîlan, destan û efsaneyên kurdî pir xurt in, pir bihêz in, pir dewlemend in, pir zindî û jiyanî ne û pir bibandor in. Ev berhem li ser dengbêj û sazbendên Rewanê ango yên Kafkasyayê hatiye amadekiririn. Ji avakirina Rodyayê Êrîvanê bigre heta nasîn danasîna gelek dengbêj, sazbend û berhemên wan e. Di serî de hevpeyvîn li ser jiyan û berhemên dengbêj û sazbendên wekî Egîdê Cimo, Karapêtê Xaço, Feyzoyê Rizo, Dîlbera Wekîl, Memê Israfîl, Dilovan, Cemîla Celîl û bi dehan dengbêj û sazbendên din di vê berhemê de cih digirin. Ev berhem ji bo naskirina dengbêj û sazbendên Kafkasyayê berhemeke herî baş û kêrhatî ye. Hûnê bi deve wan, wan nas bikin bê ka ew kê ne û çi kar û xebat ji bo çanda kurdî kirine.

Yazar:
Sayfa:
298 Sayfa
Kağıt:
2. Hamur Kağıt
Boyut:
13.50x21.00 cm
Basım Yılı:
Nisan 2021
Barkod:
9786257734202